Şervanê YPG’ê yê Ewûstralyayî Johnston hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê yê Ewûstralyayî Ashley Johnston (Bagok Serhed) di 4’emîn salvegera şehadetê de bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Ashley Johnson (Bagok Serhed) 23’ê Sibata 2015’an di operasyona rizgarkirina Til Hemîsê de şehîd bûbû. Cenazeyê Serhed 8’ê Nîsana 2015’an li paytext Canberra yê hatibû veşartin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ji bo 4’emîn salvegera Bagok Serhed merasîma bibîranînê lidarxist. Merasîm li lokala komeleyê ya li Sydneyê pêk hat û li ser navê komîteya amadekar têkildarî têkoşîna Serhed axaftin hate kirin.

Komîteyê diyar kir ku Jonhston di demek kurt de fêrî Kurdî bûbû û alîkarî dida mexdûrên şer.

Li aliyê din endamên NCDK û nûnerên KNK Sydneyê bi dayik û xwişka Johnston re serdana gora şervanê YPG’ê Ashley Johnston kirin û kulîlk danîn ser gorê.