Şervanê YPG’ê Orsettî li Floransayê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê ku li Rojava şehîd bûbû li Floransayê hate bibîranîn.

Cenazeye şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê ku li Rojava şehîd bûbû li Floransayê anîn ba dêra li pêşiya Goristana Abbazîa dî an Mînîato al Monteyê û ew bi bîr anîn. Nêzî hezar kes tevlî bibîranînê bûn.

Dostên wî qala bîranînên xwe yên bi wî re kirin û helbest xwendin. Piştre jî nameya wî ya bi Îtalî hate xwendin.

Piştre cenazeyê wî dan ser milê xwe û anîn cihê ku wê lê were veşartin.

Bavê wî poşiyeke kesk û sor û zer da dora stûyê xwe û got ku “Lorenzo Kurd û Kurdistan bi me da naskirin. Ez niha fêm dikim ku çiqasî mafdar e. Em ê ji niha û şûnde jî piştgiriyê bidin doza mafdar a Kurd û Kurdistanê.”

Şervanê YPG’ê Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) di 18’ê Adarê de li Baxozê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbû û cenazeyê wî di 15’ê Hezîranê de gihiştibû Floransayê.