Şervanê YPG’ê Efrîn li Sydneyê hate bibîranîn

Şervanê YPG’ê Zerdeşt Efrîn ku di sala 2018’an li Rojava şehîd bûbû, li bajarê Sydneyê hate bibîranîn.

Li bajarê Sydney ê Evûstralya şervanê YPG’ê Zerdeşt Efrîn ku 28’ê Çileya 2018’an di têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de li Rojava şehîd bûbû, hate bibîranîn.

DAYIK SOKO: ŞEHÎDÊ ME HEMÛYAN E

Bibîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin û Dayik Suryeya Soko bi Skypeyê beşdar bû. Dayik Soko wiha got; “Zerdeşt Efrîn ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd hemûyan e û li xaka pîroz şehîd bû.”

Birayê şehîd, Bedrî Soko jî wiha got; “Zerdeşt li dijî dijminê hov ji bo mafê gelê xwe tişta ji destî hat kir.”

Hevserokên NCDK’ê Gulfer Olan û Bayram Bozbeyoglû jî axivîn.