Şervanê HBDH, MLKP’ê Sînan Guneş li Swîsreyê hate bibîranîn

Ji bo şervanê HBDH’ê û Yekîtiya Gêrila ya Çola Karadeniz MLKP/FESK’ê Sînan Guneş li bajarên Bern, Basel û Zurîh ên Swîsreyê çalakiyên bîranînê li darxistin.

Çalakiya bîranînê ya ji bo Şehîd Sînan Guneş li lokala Kutushê hate lidarxistin. Di çalakiya bi tevlîbûna alîgirên MLKP’ê û saziyên şoreşgeran de, piştî axaftina vekirinê ya bi navê MLKP Swîsreyê hatî kirin, di kesayeta Şehîd Sînan Guneş de ji bo şehîdên Kurdistanê, Tirkiyê û hemû şehîdên şoreşger ên cîhanê deqeyek rêz hate girtin.

Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Şehîd Sînan Guneş hatî amadekirin berdewam kir û pişt re daxuyaniya piştî şehîdbûna Guneş ya ji aliyê Komîteya Navendî ya MLKP’ê ve hatî dayîn xwandin.

Bîranîn bi diruşmeyên “Şehîdên şoreşê nemirin”, “Şehît namirin” bi dawî bû.