Şehîdên Rojava li Trondheîmê hatin bibîranîn

Şervanên ku li Rojava di dem û cihên cuda de di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibûn, li bajarê Trondheîm a Norweçê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Şoreşa Rojava destpê kir. Di bîranînê de sînevîzyonek li ser şoreşa Rojava û Şehîd Rojhan Orhan û şervanên di demên cuda de şehîd bûne hatibû amadekirin ahte nîşandan.Piştî sînevîzyonê û şûnde, xizmên şehîdan Ridwan Haydar, Xelîl Xelo Suleyman Xelûd axivîn.

Di axaftinên Delîl Xelo û Ridwan Haydar de ev tişt hatin gotin: “Şopdarên şehîdan ên ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê bedena xwe dane ber berxwedanê îro li qadên şer têkoşînê didomînin. Em jî li cihên lê ne piştevaniya berxwedanên wan bikin.”