BI DÎMEN

Şehîdên Pirsûsê li Stuttgartê hatin bibîranîn

33 ciwanên ku li Pirsûsê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkiri li Stuttgartê hatin bibîranîn.

Ji bo 33 ciwanên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrîşa DAÎŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin, li bajarê Stuttgart ê Elmanayê bîranîn û meş hat lidarxistin.

Bîranîn û meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), Partizan, MLKP,  Defend Kurdistan, Riseup4Rojava, ji rêxistinên Elman ORA Stuttgart, OTKM (Offenes Treffen gegen Krieg und Militarisierung) û Young Struggle ve hat lidarxistin.

Bîranîn û meş bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Girseya ku Stuttgart Lautenschlagerstraße li hev civiyan heta Rathausplatzê bi dirûşmeyan meşiyan û li vir daxuyanî dan. Navên 33 rêwiyên xeyalan yek bi yek hate anonskirin û gel bersiva “dijî" da.

Di tevahiya meşê de ku dirûşmeyên Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin berzkirin, hate destnîşankirin ku wê hesaba komkujiyê bipirsin û Şoreşa Rojava hat silavkirin.

Di meşê de daxuyaniya Elmanî ya têkîldarî sûcên şer û komkujiiyên desthilatdariya AKP-MHP’ê hate xwendin. Her wiha nûnerên saziyên ciwanan jî li qada Rathausplatz daxuyanî dan.