Şehîdên Pirsûsê li Londonê hatin bibîranîn
Li Pirsûsê 33 ciwanên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an hatin qetilkirin li paytexta Îngîltere Londonê li Baxçeyê Çandê yê Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gîk-Der) a girêdayî Aveg-Konê hatin bibîranîn.
Li Pirsûsê 33 ciwanên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an hatin qetilkirin li paytexta Îngîltere Londonê li Baxçeyê Çandê yê Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gîk-Der) a girêdayî Aveg-Konê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku nûnerên partî û rêxistinên şoreşger amade bûn, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di axaftinên li ser navê komîteya çalakiyên hatin kirin de hate gotin ku destkeftiyên 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava û qetilkirina 33 rêwiyên xeyalan ne ji hev qût e.
Hate komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst ji bo astengkirina sosyalîtan a bi Şoreşa Rojava re bi zanabûn qetlîama Pirsûsê kirin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd jî axaftin hate kirin û ev hate gotin: “Hêviyên mezin ên van ciwanan hebûn, xwestin vê hêviyê qetil bikin. Lê divê faşîzim bizane ku, her ku qetlîaman bikin hêrsa hejaran mezin dibe. Hêz û hêviyên wan li şoreşa Rojava tê jiyîn, xwestin vê asteng bikin lê nekarîn.”
Meclîsa Gel bi domdarî got: “Berpirsê qetlîamê diyar in, ji bo derketina van berpirsan em ê her demê têkoşînê mezin bikin.”
Di dewama bîranînê de axaftina gaziya Pirsûsê Guneş Erziromlûoglû ya di bîranîneke li Swîsreyê kirbû hate guhdarkirin.
Bîranîn bi belgefilma ‘Baranlar Zemani’ hate nîşandan û şûnde bi dawî bû.