BI DÎMEN

Şehîdên Pirsûsê li Duisburgê hatin bibîranîn

33 ciwanên ku li Pirsûsê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

33 ciwanên sosyalîst ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin, li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Çalakî li ser banga Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF) û Young Struggle li semta Hamborn a Duisburgê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Bi qetilkirina 33 ciwanên di encama hevkariya AKP-DAÎŞ’ê de xwestin pîra di navbera gelan de bê avakirin bişkînin û bi tenêhiştina Kurdan komkujiyê bikin. Lê em ê ji her demê xurttir xwedî li hêviya rizgariya gelan derbikevin.”

Di çalakiyê li ser navê MLKP axaftin hat kirin û peyama hesappirsîna ji komkujiyê hate dayîn. Di berdewamiya axaftinê de bal kişandin ser tecrîda Îmraliyê û desteserkirina şaredariyan û wiha hate gotin: “Em ê girêdayî îdealên 33 rêwiyên xeyalan bimînin.” Di axaftinê de bang li gel hate kirin ku di 20’ê Tîrmehê de dakevin qadan.