Şehîdên Newrozê Ronahî û Bêrîvan li Mannheîmê hatin bîranîn

Ronahî û Bêrîvan ên di Newroza 1994’an li Elmanyayê bedena xwe dabûn ber agir, li bajarê Mannheîmê hatin bîranîn.

ŞEHÎDÊN NEWROZÊ RONAHÎ Û BÊRÎVAN

Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) ên di 21'ê Adara 1994'an de li Mannheîmê li dijî polîtîkayên dewleta Elman ku têkoşîna rewa ya Azadiya Gelê Kurd krîmînalîze dike, bedana xwe dabûn ber agir, hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin, KOMAW), SMJÊ, Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), nûnerên Federasyona KAWA, meclîsên herêmî yên jinan, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) û bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bernameya bîranînê di şexsê Ronahî û Bêrîvan de ji bo bîranîna tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Rojnamevan Berfîn Hêzîl ya ku pêşkêşvaniya bernameyê kir, mîtolojiya Newrozê bi zimanê çîrokê vegot, bernameyê bi axaftinan dewam kir. Ewilî li ser navê KOMAW’ê Cahîde Goyî axivî û got: “Ronahî û Berîvan bi çalakiya xwe bûn Newroz. Em hevrêyên Ronahî û Bêrîvan ên ku bi agirê bedena xwe wate dan Newrozê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tenê bi yekbûna li dora agirê wan dikarin azadiyê bi dest bixin. Têkoşîna me li ser nirxên ku şehîdên me afirandine bilind dibe û mezin dibe û her ku em nêzî wan dibin em ewqasî nêzî serkeftinê dibin. Bi vê boneyê em Newrozê di şexsê Ronahî û Bêrîvan de li hemû şehîdên xwe, Rêber Apo û tevahî gelê xwe pîroz dikin.”

Li ser navê Dîe Lînke Isabel Fuhrmann mafê axaftinê girt û hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.

Li ser navê TJK-E’yê jî Axîn Gulo axivî û got: “Têkoşîna jinên Kurd a bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro ji bo jinên cîhanê îlham û hêviyek e. Têkoşîna jina Kurd a azadiyê gav bi gav bi berfirehkirina dengê berxwedanê ya Ronahî û Bêrîvanan gihiştiye vê astê.”

Di bernameya bîranînê de Asmîn Engîn jî helbesta Fermandarê HPG'ê Armanc Kerboran a bi navê "Hûn nikarin me rawestînin” xwend.

Di bernameyê de sînevîzyona li ser şehîdan hat pêşandan û nameya şehîdan a nivîsandine hat xwendin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.