BI DÎMEN

Şehîdên Helebçeyê li Sydneyê hatin bîranîn

Şehîdên Helebçeyê li Sydneyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

KOMKUJIYA HELEBÇE

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê ji bo 36’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê DKTM'ê Tîmûr Tetwan di çalakiyê de axivî û got :"Yên ku piştgirî dan Seddamê ku do li Helebçeyê bi deh hezaran Kurd bi kîmyewiyê qetil kirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi piştgiriya rejîma Erdogan a ku sûcê mirovahiyê bi çeken kîmyewî pêk anî, hevparê vî sûcî ne. Em weke gel ji bo ku Helebçeyên nû neyên jiyîn divê ji her demê zêdetir li dora Rêber Apo û PKK'ê bibin yek.”

Çalakiya bîranînê bi helbesta helbestvan Şêrko Bêkes a li ser Komkujiya Helebçeyê bi lêv kiribû, piştî slaytên ku li ser Komkujiya Helebçeyê hatibû amadekirin bi dawî bû.