Şehîdên Girtîgehê û yên Pirsûsê hatin bibîranîn

Li Londonê şehîdên Tîrmehê, şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê û 33 şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Londraya Bakur hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Tevgera Şoreşê ya Hevgirtî ya Gelan, Yekîtiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya û Meclîsa Gel a Kurd ya Londonê axaftin hatin pêşkêşkirin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan ve dest pê kir.

Di axaftinê ku li ser navê Tevgera Şoreşê ya Hevgirtî ya Gelan, Yekîtiya Hêza Demokratîk ya Brîtanya hatin kirin de bal hat kişandin ku gelê Kurd bi sedan sal e li hemberî zilmê li ber xwe dide û dijmin li hember wê berxwedanê têk çûye. Di merasîmê de belgefîlma derbarê şehîdên 14’ê Tîrmehê û 33 şehîdên Pirsûsê hat nîşandan.

Li ser navê Meclîsa Gel ya Kurd Alî Poyraz jî axivî û got; “Berxwedana ku bi sê libê kîbrîtê ve dest pê kir îro belavî cîhanê bûye. Xewn û xeyalê 33 şehîdên li Pirsûsê şehîd bûn jî xewn û xeyala hevalên me Ferhat Kûrtay û Mazlûm Dogan bû. Têkoşîna bi PKK’ê re destpêkirî wê teqez bi serketinê re bi encam bibe.”