Şehîdên Cotmehê li Elmanya, Holanda û Belçîkayê hatin bibîranîn

Li Elmanya, Belçîka û Holandayê bi çalakiyan şehîdên meha Cotmehê yên di salên cuda de li nava têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Însiyatîfa Malbatên Şehîdan ên Rojava, Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), Civaka Elewî ya Kîelê, AGÎF û endamên malbata şervanê enternasyonalîst Şehîd Andok Cotkar (Costantîn) jî di nav de gelek kes tevlî bîranîna li Komeleya Kurd a li Kîelê hatî lidarxistin bûn.

Di salona bîranînê de wêneyên şehîdên meha Cotmehê, ji fermandarên HPG’ê Egîd Civyan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin daliqandin.

Di axaftinanên di bîrananînê de hatî kirin de teqezî bi girîngiya şehîdan hate kirin. SKB, “Xeyalên wan xeyalên me ne.” Teqez kirin ku hetanî li ser rûyê cihanê jin û hemû mirovahî; wekhev, azad, bihezkirin, di nava aşitiyê de jiyan dike yanî hetanî sosyalîzmê wê têkoşîna me dom bike.”

Dayîka Şehîd Andok diyar kir ku ew bi têkoşîna kurê xwe serbilind e. Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Holandayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî de, şehîdên Cotmehê hatin bîranîn.

Bîranîna li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê hatî lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di bîranînê de di derbarê şehîdên meha Cotmehê de sînevîyon hate pêşandan.

Piştre berdevkê komîsyona malbatên şehîdan Fevzî Akbûlût di axaftina kirî de bang li ciwanan kir û bal kişan li ser girîngiya hêzek birêxistinkirî.

Aktîvîsta TJK-E’yê di kesayeta Zeynep Zelal, Bêrîtan, Azîme û Canda de, hemû şehîdên jin ên meha Cotmehê bûne bingehê artêşbûnê.

Zelal got, “Li Kurdistanê şerê Bêrîtanê yê li dijî îxanetê bû sembola xeta azad a artêşbûna jinê.”

LIEGE-ANVERS

Li bajarên Liege û Anvers ên Belçîkayê jî di kesayeta Şehîd Bêrîtan de şehîdên Cotmehê hatin bîranîn.

Li Liege yê Hevseroka NAV-BEL’ê Duduye Alabay û li ser navê malbatên Şehîdan Sûltan Ograş yek bi yek axivîn, teqezî bi girîngiya şehîdan kir û xwestin ku bi şêweyek çalak xwedî li mîrasên şehîdan derbikevin.

Di herdu bîranînan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê.