BI DÎMEN

Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê li Sydneyê hatin bibîranîn

Li Sydneyê bi merasîmekî girseyî Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li bajarê Sydney yê Awûstralyayê bi boneya 42’yemîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” ku bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî êşkence û sepanên dermirovî hatibû destpêkirin, bîranîna girseyî hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin.

Di bîranînê de Hevseroka DKTM’ê Gulay Alkan axivî. Gulay Akan anî ziman ku haveynê berxwedana PKK’ê li Girtîgeha Amedê dest pê kir û got: "Deynê me yê rûmeteyê ku em li dijî xiyanet û mêtîngeriyê bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têkoşînê geş bikin."

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û helbest hatin xwendin. Piştre ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê slayt hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.