Şehîdên Azadiyê li Nurnbergê hatin bibîranîn
Li Nurnbergê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan dan zanîn ku ew ê xwedî li mîrateya têkoşîna şehîdan derkevin.
Li Nurnbergê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan dan zanîn ku ew ê xwedî li mîrateya têkoşîna şehîdan derkevin.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê çalakiya bibîranînê hat lidarxistin.
Bibîranîn li Medya Volkshausê hat lidarxistin û di şexsê fedaî Rojger Hêlîn (Alî Orek) û Asya Alî (Mîne Sevjîn Alçîçek) û şehîd Rodî Nalîn (Orhan Elma), Dijwar Jêhat ((Ferhat Erkûl) û Siyabend Serhed (Tanjû Demîr) de ku di demên cuda de şehîd bûne, diyariyê hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat kirin.
Di çalakiyê de malbatên şehîdan axaftinên hestyar kirin. Malbatên Şehîd Rodî Nalîn, Siyabend Agirî û Dijwar Jêhat, di axaftinên xwe de bal kişandin ser mîrateya têkoşînê ya şehîdan.
Di berdewama bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan.
Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.