‘Şehîdên Aştiyê’ li Baselê hatin bibîranîn
Ciwanên endamên SGDF’ê yên 20’ê Tîrmeha 2015’an hatibûn qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Ciwanên endamên SGDF’ê yên 20’ê Tîrmeha 2015’an hatibûn qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.
Li bajarê Bassel ê Swîsreyê ji bo ‘Şehîdên Aştiyê’ aktivîstên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên 20’ê Tîrmeha 2015’an di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin, edalet hate xwestin.
Bi pêşengtiya Yoûng Strûggleyê bi tevlîbûna ciwanên Tirkiyeyî, Kurdistanî û Swîsreyî li Barfussrplatzê meş û mîtîngek hate kirin. Di çalakiyê de ji bo doza Qetlîama Pirsûsê ya ku wê 12’ê Sibatê roja Sêşemê bê kirin jî banga hestyariyê hate kirin.
Piştî meşa heta Claraplatzê mîtîngek hate kirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn 33 deqeyan çalakiya rûniştinê hate kirin, sînevîzyona hatibû amadekirin hate nîşandan. Di axaftina li ser navê Yoûng Strûggle hate kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li Swîsreyê wê xwedî li bîranînên wan derkevin û wê lêgerîna edalet û dengê xwe bilind bikin.
Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi dawî bû.