Şehîd Mesken Nisêbîn li Heîlbronnê hat bibîranîn

Mesken Nisêbin (Zeynep Kaya) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Heîlbronnê hat bibîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Mesken Nisêbîn (Zeynep Kaya) ku di Tebaxa 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hat bîranîn.

Malbata Mesken Nisêbîn, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn di şexsê Mesken Nisêbîn de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre di axaftinên li ser navê FED-GEL û KOMAW’ê de wiha hate gotin: “Em careke din soz didin ku têkoşîna azadiyê ya Şehîd Mesken û Herekol Botan (Hasan Batmaz) û Azadî Stêrk (Sîham Bozan) ên pê re şehîd bûn, bigihînin serkeftinê.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan.