Şehîd Brûsk li Parîsê hat bibîranîn

Birûsk Timoqî yê ku di sala 2017’an de li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedaî pêk anî û şehîd bû, li banliyoya Vîllîers-le-bel a herêma Parîsê ya Fransayê hate bîranîn.

Ji bo bîranîna Birûsk Timoqî (Huseyîn Degîrmencî) yê ku di 25’ê Cotmeha 2017’an de li Botanê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anîbû û şehîd bûbû, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Merasîma ku li Komeleya Gelê Kurd Vîllîers-le-bel hat lidarxistin de Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên di encama çalakiya fedaî ya li Enqereyê de şehîd bibûn jî hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Salona komeleyê bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Di merasîma bîranînê de belgefîlma jiyana Birûsk Timoqî hate temaşekirin.