Şandeya Kongreya Avakirina Dersimê bi Partiya Sosyalîst a Swîsreyê re civiya

Şandeyek li ser navê Kongreya Avakirina Dersimê bi boneya 86’emîn salvegera Terteleya Dersimê bi rayedarên bi Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) hevdîtin pêk anîn.

Li ser navê Kongreya Avakirina Dersimê şandeya ku ji Demîr Çelîk, Huseyîn Berkan Alpar û Songul Çelîk pêk dihat, ji aliyê Serokê Komîsyona Karên Derve ya SP’ê Jon Pûlt û Parlementerê Fedaral Mûstafa Atici ve hatin pêşwazîkirin. Şande, dosyaya ji Terteleya Dersimê heta niha têkîldarî komkujiyên fizîkî, civakî, çandî, olî, jin û xwezayê ku berê pêşkeşî Konseya Ewropa û Parlementoya Ewropayê hatibû kirin, pêşkêş kir.

Di hevdîtinê de anîn ziman ku li Dersimê bêyî ku bibêjin zarok û jin bi hezaran Elewiyên Kurd hatin qetilkirin û hat bibîrxistin ku di deh hezaran kes neçarî koçberiyê hatin hiştin. Hat xwestin ku komkujiya Dersimê di qada navneteweyî de bê naskirin, arşîv bên vekirin û cihê gora Seyîd Riza û hevreyên wî bê eşkerekirin. Di hevdîtinê de hat gotin ku ji bo komkujiyên nû neyê kirin hilbijartinên 14’ê Gulanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Her wiha hat xwestin ku şandeyek ji bo şopandina pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bê şandin.