Şahîn Polat: Li Fransayê neteweperestî û krîz giran dibe

Di hilbijartinên pêşwext ên Fransayê de Eniya Gel a Nû bû yekemîn. Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat encamên hilbijartinê nirxand.

HILBIJARTINÊN FRANSAYÊ

Li Fransayê di 7'ê Tîrmehê de bi rengekî awarte hilbijartinên parlamentê hatin lidarxistin. Partiyên çep û komunîst li hev kom bûn û Eniya Gel a Nû ava kirin. Li gorî encamên hilbijartinê jî bûn partiya destpêkê. Partiya Serokkomarê heyî Macron Ronesasns bû partiya duyemîn, Partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgir (RN) bû sêyemîn. Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat encamên hilbijartinê nirxand.

Şahîn Polat bi bîr xist ku hilbijartin hilbijartina parlamentê bû, bi rengekî awarte hate lidarxistin û anî ziman ku di tûra destpêkê ya hilbijartinê de partiya neteweyî bi ser ket. Şahîn Polat got, "Neteweperestan di tûra destpêkê de ji sedî 33,3 ê dengan wergirt, yanî yek ji sê kesan dengê xwe dan neteweperestan. Ev yek pirgsirêkeke mezin bû, eger bi vî rengî dewam bikira partiya neteweperest dikarîbû nêzî 300 wekîlan bi dest bixe. Ji ber vê jî partî hemû li dijî neteweperestan bûn yek ku weke Benda Komargeran hate binavkirin û di tûra duyemîn de ev bend hate danîn.

Dema ku ji vî alî ve li pirsgirêkê bê nihêrîn, hingî tê dîtin ku pirsgirêk mezin e, ji ber ku zêdeyî 10 milyon mirovan dengê xwe dan neteweperestan. Lewma ji aliyê yekane ve partiya neteweperest hîn partiya yekemîn e."

Polat diyar kir ku di halê hazir de ti partî bi tena serê xwe nikare hikumetê ava bike, ji ber vê jî wê hikumeta hindikahî bê avakirin û anî ziman ku li gorî alternatîfekê wê eniya çep hikumetê ava bike, lê bi ihtimaleke hîn mezin partiya Macron wê bi partiyên li eniya çep ên ku komunîst, sosyalîst û ekolojîst di nav de ne hikumeta koalîsyonê ava bike. Hevserokê CDK-F'ê bi bîr xist ku neteweperestan hejmara parlamenterên xwe ji 79'an kir 142 wekîlan ku ev yek encama herî mezin a hilbijartinê ye.

Polat bal kişand ser krîza sîstemê ya li Fransayê û diyar kir ku ji aliyê aborî, siyasî û çandî ve krîzek heye, krîza jeostratejîk û navneteweyî hîn giran bûye û got, eger çareseriyeke radîkal neyê peydakirin dibe ku di nava salek, du salan de hilbijartineke nû bê kirin, kîjan hikumet be wê bi halê hazir nikaribe çareseriyê biafirîne.

POLÎTÎKAYA LI DIJÎ KURDAN

Polat işaret bi kampanya krîmînalîzyonê kir ku li hemberî Kurdan hatiye destpêkirin û anî ziman ku ev rewş bi salan e dewam dike, ev yek ne tenê polîtîkaya Fransayê ye, di çarçoveya konsepta NATO'yê de tê meşandin. Polat Şahîn destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd û Kurdistanê yekser bi nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û diyar kir, Fransa di nava Yekîtiya Ewropayê de bi roleke mezin radibe. Polat ragihand ku guhertina hikumetê wê neyê wateya guhertina polîtîkaya derve ya têkildarî Rojhilata Navîn û Kurdan û got, Wezareta Karên Derve ya Fransayê klîkek nêzî hikumeta Tirk e û polîtîkaya krîmînalîzasyonê wê dewam bike.

Polat got, berxwedana Kobanê û serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilat sempartiya li Kurdan a li Fransayê zêde kir, tevlîbûna çepgiran a li nava hikumetê wê têkiliyan hîn xurt bike, lê belê ev yek wê tenê di nava hikumetê de be; polîtîkaya reel a dewletê wê neguhere.

DIJBERIYA LI KOÇBERAN

Şahîn Polat diyar kir ku encamên hilbijartinê dibe ku bêhn anîbe ber koçber û çepgiran û ragihand, gelê Fransayê hîn jî bandora Şerê Cîhanê yê 2'yemîn ji bîr nekiriye, baş zane bê faşîzmê çi aniye serê gelên Ewropayê. Polat got, ji ber vê jî Benda Komargeran hate avakirin, destûr nehate dayin ku neteweperest bi tena serê xwe bibe desthilatdar û diyar kir, zêdebûna dengê fikrê neteweperestiyê çend sal in dewam dike û roj bi roj zêde dibe.

Di mezinbûna pirsgirêkên dijberiya li koçberî û çepgiran de Polat bal kişand ser rola mezin a medyayê û got, li Fransayê hejmara serlêdanên penaberan li gorî salên derbasbûyî zêde bûye, lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka koçberan e; welatên ku berê koloniya Fransayê bûn; qutbûna Malî, Nîjerya, Bûrkîna Faso, Lubnan û Sûriye ya ji Fransayê bû sedema krîzeke aborî û siyasî ku her roj mezin dibe, ev yek jî li ser bingeha modela netewe dewletê ye.