Însyatîfa Gel a Kurecik: Herkes bila tevlî meşê bibe

Însyatîfa Gel a Kurecik a Ewropayê ji bo meşa girseyî ya ku wê 2’yê Adarê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Ji bo balê bikişînin xwe berxwedêrên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ketine grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorevger û xwedî li daxwazên wan derbikevin wê 2’yê Adarê li Kolnê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Însyatîfa Gel a Kurecik a Ewropayê ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Tecrîda di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hemû civakê tê sepandin, wê bi berxwedanekî civakî bê şikandin.”

Însyatîfê bibîr xist ku tecrîd a sûcê mirovahiyê ye ji bo rabûna wê divê hê xurtir destek bikin, erkekî wijdanî ye ku tu kes jê nereve ye.

Însyatîfê bang li her kesê kir ku tevlî meşa di serî de 2’yê Adarê roja Şemiyê li Kolnê bêkirin û hemû meş û mîtîngên li Ewropayê bên kirin bibin.