Îmam Şîş: A me dixe zoriyê bêdengî ye!

Îmam Şîş ê peyamk ji bo panela ku piştgiriya bi Şoreşa Rojava re ku li paytexta Îngîltere Londonê hate kirin re şand got: “Ne greva birçîbûnê ya me dixe zorê bêdengî ye.”

Koma Piştgiriya Kurdistaniyên London û Anarşîst Plan C bi sernavê ‘Enternasyonalîzma Şoreşger û siberoja Federasyona Bakurê Sûriyeyê’ panelek lidar xist. Di panelê de weke qiseker Şoreşgerê Perûyê Hûgo Blanco û akademîsyen û nivîskar Derek Wall amade bûn.

Îmam Îşş ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 75 roj in li bajarê Newport ê Gallerê di grevê de ye peyamek şand.

Şîş ev tişt got:

“Em vê çalakiyê ne ji bo mirinê, ji ber ku em ewqas ji jiyanê hes dikin ku di oxira wê de dimirin, pêk tînin.Dibe em di dawiya vê çalakiyê de bimirin. Beşek mezin a Kurdên ku li Brîtanyayê dijîn xwedî li çalakiyên grevê derdikevin, lê hê jî beşek mezin ên Kurdisatanê tevî faşîzmê hê jî jiyana xwe ya rojan e didomînin. A me dide zorê ne greva birçîbûnê, bêdengî ye.Madem ev sîstema kapitalîst a faşîst û qirker navneteweyî ye, wê demê li dijî vê divê têkoşîneke sosyalîst a şoreşgerî ya navneteweyî bê kirin.”