Êzidiyên hatinî qetilkirin li Osloyê hatin bibîranîn

Êzidiyên li Şengalê hatinî qetilkirin li Osloyê hatin bibîranîn.

Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê ve hat organîzekirin de, Êzidiyên şehîd ên Şengalê hatin bibîranîn.

Gel li ber Parlamentoya Norwêcê li hev civiyan û bi pêxistina mûm deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de Nûnera Defend Kurdistanê Lîda Weeerts bi îngilîzî axaftinek kir û got, “Em jin, zarok û hemû kesên di qirkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Gerîlayên HPG-YJA Star û hêzên YPG-YPJ’ê yên ku ji bo rizgarkirina gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Wan şehîdên qehreman gelê Şengalê ji komkujiyeke mezin parast. Em deyndarê wan in, ew ê heta hetayê di dîroka gelê Kurdistanê de bijîn.”

Herî dawî Lîda Weerts anî ziman, “Xetereya li ser Şengalê dewam dike. Heta ku qirkirina Şengalê û statuya gelê Şengalê bi awayekî fermî neyê qebûlkirin, wê ji bo Şengalê bibe xeterî.”

Nûnera CDK-E ya Başûr, aktîvîsta jin Rûbar Yosef jî bertek nîşanî xiyaneta PDK'ê da û got, “PDK hevkarê sûc e.”

Li ser navê Solîdarîtet Med Kurdistan ku piştgirî da çalakiyê, endama Partiya Keskan a Norwêcê û aktîvîsta jin Bente C. Knagenhjelm jî xîtabî hikûmeta Norwêcê kir û got, “Niha divê em hemû bi hev re daxwaza naskirina vê qirkirinê û statuya gelê Şengalê ji NY’ê bikin.”