Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li Rojava hate protestokirin

Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava bê navber dewam dike. Li bajarê Nancy ê Fransayê êrîşên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên her roja Înê li Place Magînotê tên ba hev bi organîzeya Komîteya Rojava êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava protesto kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate bibîrxistin ku ji bo desthiltata faşîst a AKP/MHP’ê xwe ji krîzên aborî  û siyasî rizgar bike serî tim li şer dide.

Di dawiya çalakiyê de bang li her kesê hate kirin ku ji bo 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî protesto bikin tevlî çalakiya ku wê 15’ê Sibatê li Strasboûrgê bê kirin bibin.

Çalakî bi dirûşma ‘Terorîst DAÎŞ, destekdar Erdogan’, ‘Kujer Erdogan, terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Şoreşa Rojava’ bi dawî bû.

Komên di nava Komîteya Rojava ya Nancy de cih digirin wiha ne: Solidaires, PCF, CGT, France Insoumise, Ecole Emancipe,  komên demokrasî û çep ên gelê Kurd û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn.