Êrîşên li ser Rojava li Sydneyê hatin protestokirin
Li Sydneyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û banga parastina Rojava hat kirin.
Li Sydneyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û banga parastina Rojava hat kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava li bajarê Sydneyê ê Awusturalyayê bi xwepêşandaneke hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ve hate lidarxistin. Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge, Edîtorê Rojnameya Green Left Peter Boyle, keşeyê Dêra Uniting Church of Australia Bill Crews beşdarî çalakiyê bûn.
Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge di çalakiyê de axivî û wiha got: “Weke gelek ji we ez jî ev sê çar rojên dawî temaşeyî geşedanên li Sûriye û Rojava dikim. Li herêmê guhertineke nebawer dibe. Tu kes ji me ji bo rejîma Esed a zalim û tund, hêsiran narijîne. Divê cîhan zêdetir girîngî û piştgirî bide Rojava û destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Rojava bên parastin.
Ez ji hikûmeta me ya Awûstralyayê hêvî dikim ku ji bo piştgiriya Rojava û qebûlkirina destkeftiyên rêveberiya Rojava daxuyaniyeke zelal bidin. Pêdiviya bi sed hezaran jin û zarokan bi parastinê heye. Pêdiviya kêmarên olî û etnîkî bi parastinê hene. Divê em destkeftiyên awarte yên li Rojava bipejirînin û van destkeftiyan nexin xetereyê. Divê em diyar bikin ku em hewldanên rêveberiya Rojava yên ji bo parastina herêman qebûl dikin.”
Edîtorê Rojnameya Çep a Kesk Peter Boyle jî wiha got: “Ti kes ji me ji dawîbûna rejîma Esed ne xemgîn e. Ew dîktatorî bû, tiştekî ku diviya biçûya bû. Lê pirs ev e; çi wê bê şûna wî? Bersiva wê Rojava ye. Hemû ol û hemû pêkhateyên etnîkî bi azadiya jinê û jiyaneke hevpar dijîn. Divê hikûmeta Awustralyayê piştgiriyê bide hemû gelên li Sûriyeyê. Niha trajediyeke mezin a mirovî li wir heye. Bi sed hezaran mirov malên xwe diterikînin û Rojava jî alîkariya wan dike. Lê alîkariya ji derve ji ku tê? Ger dewleta Awustralyayê bi rastî xembar e, divê niha bi milyonan dolar alîkarî bide Heyva Sor a Kurd. Niha pereyan bişînin. Alîkariya mirovên ku ji malên xwe direvin, ji terorê direvin, li cîhek ewle digerin, şeva xwe di sermayê de, di nav şert û mercên xirab de derbas dikin. Hikûmeta Awusturalyayê divê li dijî vê dijwariya mirovî rabe."
Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awustralyayê Brûsk Ayverî diyar kir ku gelê Kurd di sedsala 21’an de di bin gefa qirkirinê de şerê hebûnê dimeşîne û got, “Divê civaka navneteweyî zêdetir piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Gelê Kurd ê ku mirovahiyê ji xeteriyeke mezin a weke hovîtiya DAIŞ’ê diparêze. Hêza ku DAIŞ’ê xwedî dike, çekdar dike û piştgiriyê didê dewleta Tirk e. Ya ku gefa komkujî û qirkirinê li gelê Kurd dixwe dewleta Tirk e. Em nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Divê em li her qada ku lê ne dengê xwe bilind bikin û parastina Rojava bikin."
Li ser navê DKTM’ê Baran Sogut axivî û got, “Gelê Kurd ê li Rojava ku faşîzma DAIŞ’ê têk bir, bi gefên êrîş, komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû ye. Pêwîste civaka navneteweyî bi taybet Awûstralya hevgirtina xwe ya bi gelê Rojava re zêde bike."
Çalakî bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Rojava”, “Ji Rojava re azadî” bi dawî bû.