Êrîşên li ser Rojava li Leipzigê hatin şermezarkirin
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava şermezar kirin.
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO yên li ser Rojava, bi meşekê hatin şermezarkirin. Enternasyonalîstên li bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji bêdengiya hêzên navneteweyî re hate nîşandan.
Li dijî komkujî û sûcên şer ên li herêmê têne kirin bang hate kirin ku bi ruhê Kobanê têkoşîn bê mezinkirin.