Êrîşên dewleta Tirk û desteserkirina şaredariyan hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, xirakirina gorên gerîla û şervanan dîsa desteserkirina şeredariyan bi çalakiyan tê protestokirin.

Lı bajarên Frankfûrt, Heldesheîm û Stûttgart ên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin.

FRANKFÛRT

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û desteserkirina şaredariyên HDP’ê bi mîtîngekê hate protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku faşîzim li her derê bi heman rengî êrîş dike.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê xirakirina goran a ji aliyê dewleta Tirk ve dîsa êrîşên li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, şideta li ser jinê û êrîşên li hember HDP’ê hatin protestokirin. Çalakiya ku bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîna Jinan a Meryem ve hate kirin, li Qada Angaûlmeyê pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Şerê êrîşkar ên Tirkiye û milîsên wê plan dikin rawestînin’ vekirin û alên TEV-DEM û TJK-E’yê hatin hildan.Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

STÛTTGART

Aktivîstên Tevgerê Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li gel Meclîsa Jinan êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyek protesto kirin.

Çalakiya ku li Schlossplatzê hate kirin axaftin hatin kirin û ev hate gotin: “Em êrîşên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li Zînî Wertê hate kirin şermezar dikin, desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê rejîma Erdogan ve jî tê wateya xespkirina vînê.”

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdistanî hatin hildan.