Êrîşên dewleta Tirk li Tambovê hate şermezarkirin

Gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê li bajarê Tambov ê Rûsyayê hate protestokirin. Kurdistaniyan di çalakiyê de PDK jî şermezar kir.

Kurdistaniyên li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambov a Federasyoa Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

‘DIXWAZIN KURDAN BÊ BANDOR BIHÊLIN’

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Mîçûrînskê hate dayîn. Hevserokê Meclîsa Gel Nebî Avdûselam axivî û got dewleta Tirk dixwaze Kurdan bê bandor bihêle.

LI DIJÎ PDK’Ê NERAZÎBÛN

Avdûselam di dewama axaftina xwe de got divê PDK beşdarî lîstîkên qirêj ên dewleta Tirk nebe û wiha domand; “Hemû cîhan dizane ku di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de sivîl hatine qetilkirin. Bi taybet divê PDK li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û berî demekê dawî li van êrîşên dewleta Tirk bîne. Lê PDK wiha tevger dike ku kesên hatine kuştin weke ku ne hemwelatiyên wan in. Ev jî dide nîşan dan ku PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Bi taybet ev plana ku malbata Barzanî jî nav de ye ne dijî PKK’ê li dijî hemû gelê Kurd e û plana îmhayê ye. Li dijî vê plana qirêj em banga hestiyariyê li hemû Kurdan dikin. Her kesê ku dibêje Kurd im û li gel yekîtiya Kurdan e divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilindtir bikin.”