Êrîşên dewleta Tirk li Adigeyê hate şermezarkirin -NÛ BÛ

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hate şermezakirin.

Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê, êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ya ku ji hêla Organîzasyona Jinên Kurd ên Adigeyê ve hatî kirin, hate gotin, ''PDK bi dewleta Tirk re xwe dike yek û dixwaze êrîşê bi ser destkeftiyên Kurdan de bibe.''

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva, di daxuaniyê de, ya li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê axivî û got,  yekane hedefa dewleta Tirk ew e ku hemû Kurdan tasfiye bike.

Broyeva bi berdewamî got, ew, jinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, heta dawî li pişt têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê ne û êrîşên hêzên faşîst û hemû nokeran şermezar dikin.