BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Marsîlyayê hate protestokirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin. Girseya ku li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) li Belle de Maî hatin cem hev, dirûşmên "Bimre xiyanet", "Qatil Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" berz kirin.

Di axaftinan de ev tişt hatin gotin: “Dewleta qatil Başûrê Kurdistanê dagir dike. PDK jî di xeta xiyanetê de israr dike. Desthilateke westiyayî nikare têkçûnê qebûl bike û êrîşî Kurdan dike. Divê baş bizane ku dê navê wî jî di sergoyên dîrokê de bê nivîsandin.”

Di axaftina ku banga tevlîbûna li meş û mîtînga girseyî ya roja Şemiyê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li bajêr hat kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Ev banga me li hemû gelê me yê welatparêz e; Werin em bi hev re ji gerîla re bibin mertal, vê desthilatdariya faşîst hilweşînin, Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin.”