BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Marsilyayê hatin protestokirin

Kurdistaniyên li Marsilyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û banga; “Hemû Kurdên bi rûmet werin em li dora berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kom bibin” kirin.

Li ser banga seferberiya topyekûn ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanêî li bajarê Marsilya yê Fransayê mîtîng hate lidarxistin.

Kurdistanî danê êvarê li qada Bel de Mai li hev kom bûn û pankartên ku hevkariya Erdogan a bi çeteyên DAÎŞ'ê re eşkere dike hilgirtin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê Erhan Karayazi di mîtîngê de axivî. Karayazi diyar kir ku dewleta Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd û jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd bi hemû hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn û cîhanê re hevkarî kiriye û anî ziman ku ji bo vê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Karayazî bal kişand ser xiyaneta PDK û malbata Barzanî û wiha axivî: "Malbata Barzanî êdî asta xiyanetê jî derbas kiriye û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî tevahiya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Komara Tirk a dagirker dike."

Karayazi, êrîşa dewleta Tirk a li ser xebatkarên Çapemeniya Azad li Şengalê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir. Karayazi, banga; “Hemû Kurdên bi rûmet werin em li dora berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kom bibin” kir.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.