Êrişên dagirkeriyê li Frankfûrt û Mannheîmê hatin şermezarkirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên ji bajarên Mannehîm, Saarbrucken û Maînzê hatin tevlî çalakiyê bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiyê de malbata endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Îsmaîl Nazlikûl (Kasim Engîn) jî bi posteran tevlî çalakiyê bû.

Piştre li Rommerparkê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MANNHEÎM

Li Mannheîmê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk meşek hate lidarxistin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) meşê ji pêşiya Natîonal Teatrayê dest pê kir û pankartên bi zimanê Elmanî hatin hildan, belavok hatin belavkirin.

Li Altemesplatzê jî mîtîngek hate lidarxistin. Piştî axaftina rêveberên NCDK'ê FEDA, Dîe Lînke û dostên Elman peyam dan.

Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hate qîrîn û alên YPG û YPJ'ê hatin hildan.