Êrîşa li ser Şengalê li Saarbruckenê hat protestokirin

Êrîşa bi balafira bêmirov a biçek a li ser Şengalê ya dewleta Tirk ku di encamê de kal û nevî hatin qetilkirin, li Saarbruckenê hat protestokirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a serê sibehê ya bi balafira bêmirov a biçek a li ser Şengalê ya kirtasiyeyek û Meclîsa Gel a Sinûnê hedef hatin girtin, hat protestokirin.

Kurdistaniyan, êvarê saet di 19.00’an de bi lidarxistina mîtîngekê li ber Reingalerieê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Di axaftinên bi Elmanî hatin kirin de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a nijadperest cardin li Şengalê xist, zarokekî deh salî û bapîrê wî şehîd kirin. Em, ên bi dewleta Tirk re alîkariyê dikin baş nas dikin. 5 hezar PDK’yiyên gava hatina DAIŞ’ê bêyî berdana guleyekê reviyan û Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin baş dizanin. Xelaskirina xelkê Şengalê ya 13 gerîlayên PKK’ê bi PDK’ê zor hat. Çîmkî PDK û DAIŞ hevkarê hevdune. Wan nekarî Êzidiyan biqedînin. Şengal wê wek berê dîsa li ber xwe bide.“

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê“, ‘’Bijî berxwedana gerîla“, “Bimire AKP-MHP’’ û ‘’Bimire xiyaneta PDK’ê’’ bi dawî bû.