Êlek Zer: Em ê li gel Kurdên li ber xwe didin cih bigirin

Êlek Zer ên tevlî mîtînga Strasboûrgê bûn piştevaniya xwe ya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re anîn ziman, tecrîd şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Mîtînga prtotestoyê ya bi heybet a li bajarê Strasboûrg a Fransayê ku li dijî Komploya Navneteweyî hate kirin, bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘ Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Piştî ku berxwedêrên greva birçîbûnê ku ev 62 roj in li dijî tecrîdê di grevê de en veqetiyan û şûnde bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî berxwedêrên Strasboûrgê’ hatin qîrkirin.

ÊLEK ZER: EM Ê LI GEL GEL KURDÊN LI BER XWE DIDIN CIH DIGIRIN

Li ser navê Êlek Zeran jî koma ku tevlî mîtîngê bû, diyar kirin ku bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne.

Êlek Zerên ku bi sembola serketinê û pankara ‘Strasboûrg bi we re ne’ vekirin derketin ser dikê, peyama ku piştgiriyê didin berxwedana grevên birçîbûnê. Di axaftinên li ser navê komê hatin kirin de ev tişt hate gotin: “Em ê li gel Kurdên li ber xwe didin cih bigirin. Xudê bela xwe li dîktator Erdogan bide, Bijî Serok Apo, ji Ocalan re azadî. Gelê Strasboûrg li gel we ye. Piştgiriya me ya bi gelê Kurd re wê bidome.

KARTAL: FAŞÎZIM DI NAVA TIRSEKÎ MEZIN DE YE

Piştre jî Hevserokê KONGREYA GEL Remzî Kartal Komploya Navneteweyî ya li ser Ocalan şermezar kir û ev tişt got: “Yên ku hesab dikir ku me teslîm bigirin, yên ku hesbê berxwedana bi milyonan nekirine îro di nava tirsekî mezin de ne. Faşîzma li hember berxwedanê ketine tirsê , êdî dawiy wê hat.

Heta gelê Kurd û Rêber Apo azad bibe, berxwedan wê bidome. Îro li ser ramanê Rêber Apo Rojava zindî bûye. Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe azad bikin. Bila her kes baş bizane; em ê vê tecrîdê bişkînin, bi Rêber Apo re Kurdistaneke azad ava bikin.”

JONASSO: TAVILÊ DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Piştî Kartal Wezîrê Edaletê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê endamê Meclîsa Parlemetera Konseya Ewropa Ogmûndûr Jonassos jî axivî û diyar kir ku berxwedana gelê Kurd bandorekî mezin li wan kiriye. Divê tecrîd tavilê rabe. Eger yek ji çalakvanan tişte pê were berpirsê vê Erdogan û hikûmeta wî ye. Ez bi hêvîme ku wê bi têkoşîna gelê Kurd Ocalan azad bibe. Ocalan jî wê mîna Mandela azad bibe û siyasetê bike.”

Her wiha li ser navê meşa dirêj jî komek derket ser dikê û diyarkirin ku azadiya Ocalan ji bo wan her tişe. Dîsa di axaftinên li ser navê enternasyonalîstan jî hate kirin ji bo azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê wê li her derê cîhanê têkoşînê bidomîne.

Herî dawî jî li ser navê KJK, Partiya Çep a Elman, Partiya Komunîst a Fransî û Tevgerên Ciwanan axaftin hatinkirin û nerazîbûnên xwe li dijî komplo û tecrîdê anîn ziman û banga têkoşîna hevpar kirin.

Mîtîng bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.