Çalakvanên greva birçîbûnê: Bila KE û CPT soz û erka xwe bi cih bînin

Çalakvanên li Ewropayê bi daxwaza ‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ 162 rojan ketibûn greva birçbûnê li dijî tecrîdê li Strasboûrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya ku li pêşiya Konseya Ewropayê hate kirin Parlementerê Ewropayê Momodoû Malcolm Jallow, Roberto Rampî, Konstantînos Efstathîoû li gel Gokay Akbûlût, parlementerê berê yê HDP’ê Faysel Sariyildiz  û Nursel Aydogan jî amade bûn. Her wiha çalakvanên Den Haagê Huseyîn Yildiz û Mûstefa Tuzak jî amade bûn. Çalakiya bêdem û bê dorveger a li Strasboûrgê 17’ê Kanûna 2018’an destpêkiribû 167 rojan dom kiribû.

‘DIVÊ KE Û CPT ERKA XWE BÎNE CIH’

Li ser navê çalakvanan Gulîstan Îke daxuyanî xwend. Îke bang li Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) kir ku soz û erkên xwe bi cih bînin.

Îke bibîr xist kir ku li ser sozên CPT û KE’yê li ser hevdîtina parêzeran a du carî ya li gel Ocalan dawî li çalakiya xwe anîne û got: “Divê pêkanînên der mirovî yên li Girava Îmaraliyê tên kirin, divê dawî li şantaj, îzalasyon û siyaseta vîn şikandinê ya bi polîtîkayên tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan tê kirin, demil dest bi dawî bibin. Ya ku vê bike KE û CPT ye.”

Di daxuyaniyê de Îke bal kişand ser van  xisûsan:

“Ji pirsgirêkên yekem ên di mijara tecrîd û pêkanên der mirovî saziya yekem berpirs CPT ye. Ji ber ku em vê saziyê di rêza yekem de weke muxatab dibînin, ji bo vê bang dikin. Dema em di greva birçîbûnê de di serî de em û girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û dîsa Leyla Guven a 200 rojan di grevê de ma û dîsa gelek kesên li çar aliyên cîhanê di grevê de bû bang li CPT’ê kir ku erka xwe bi cih bîne.

JI BER SOZÊN HATIN DAYÎN ME DAWÎ LI ÇALAKIYÊ ANÎ

Gelek caran me bi sekrekteriya CPT’ê re hevdîtin kir, li gel vê me hevdîtin li gel Konseya Ewropa û rayedarên Parlementoya Ewropayê re jî kir. Her carê me bibîr xist ku jiyana Birêz Abdullah Ocalan bi tecrîdê tê mehkûmkirin, ji bo wan me ragihand ku ev pêkanînekî der mirovî ye. Bi taybet CPT’ê di vê mijarê de gelek soz da, ji bo dawî li çalakiyê bînin wê biketiba nava hewldanên hê zêdetir. Ji xwe yek ji sedemê çalakiya xwe me bi dawî kir jî ev bû. Ji ber hemû sozên ku saziyê dayî me dawî li çalakiyê anî.

CPT Û KE’YÊ SOZÊN XWE BI CIH NEANÎ

CPT û KE’yê sozên xwe bi cih neanî, erka xwe bi cih neanî, ne li gorî hiqûqê li gorî siyaseta navneteweyî bi xwedî helwest. Eger ku ne wisa ba wê dewleta Tirk yan dawî li tecîrdê bianîba, yan jî wê li gel pêşniyarên CPT’yê bihata xwestin jî wê ji Konseya Ewropayê bihata avêtin. Lê Tirkiye ji hiqûqa bê alî, bê rêgez a CPT’ê du dil nêz bû sûd girt, pêkanînên xwe yên der mirovî û sûcên mirovî dewam kir. Li gel Tirkiyeyê CPT’ê jî sûcê hiqûqî û yasayî kir. Em bi zelalî vê dibêjin; eger ku CPT bi xwaze dikare di nava hefteyekê de dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, CPT bi xwaze dikare hevdîtinê li Gireva Îmraliyê bike, pêkanînên der mirovî jî dikare rake.

Divê demildest dawî li Sîstema Êşkence ya Îmraliyê bê, her wiha divê rayedarên CPT’ê li gorî hiqûqa navneteweyî tişta pêwîst bike.”

PARLEMETNERÊN KE’YÊ BANG KIRIN

Piştî daxuyaniyê parlementerên KE’yê axivîn. Parlementerê Qibrisê Efstathîoû rexne li bêdentiya saziyên navneteweyî yên li dijî tecrîdê da û anî ziman ku ew ji doza bi maf a gelên Kurd bawere ku wê bi serbikeve. Efstatîhîon Tirkiye vexwend ku divê li gorî peymana navneteweyî ku îmze kiriye tevbigere.

Parlementerê Îtalî Rampî jî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê dayî, destnîşan kir ku cîhan deyndarê gelê Kurd e.

Rampî got: “Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî di çarçoveya edaletê de nêzîkatî li gel bên kirin. Divê bi lezgîn Ocalan bê azadkirin.”

Parlemetnerê Swêdî Jallow jî got: “We ji bo azadiya me şer kir, berdêl da. Niha dora me ye ku we çawa ji bo me kir em niha li gel we cih bigirin.

Jallow anî ziman ku  ji bo azadiya Ocalan û gelê Kurd wê li parlementoyê xebatan bike.

Herî dawî jî Parlemetnera Partiya Çep Gokay Akbûlût diyar kir ku divê demildest dawî li tecrîda li Îmraliyê bê û di serî de erka KE, PE, CPT û hemû saziyên navneteweyî bibîr xist.