Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê didome

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê didome.

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye li Qada Bantorgetê saet di 13.00’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê meşek hate lidarxistin.

Di meşê de belavok hatin belavkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û di axaftinan de hate diyarkirin ku tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye asteke krîtîk û bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku bila ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan.

HANNOVER

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina grevên birçîbûnê li Hannoverê meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankart û dovîzên ji bo têkoşîna Leyla Guven hatin hildan. Meşvanan diyar kirin heta ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, wê li çalakiyên xwe bidomînin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşek hate lidarxistin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de axaftin hate kirin û hate diyarkirin ku divê CPT peywira xwe bi cih bîne.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî li Place du Colombîeyê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê, daxwazên wan e jî.