Çalakiyên pankart ên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Fransa didomin

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiyên bi armanca balê bikişîni ser tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî dewam dikin.

Li ser rêyên qelebalix û ketina metroyan ên Parîsê pankartên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser a bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin daliqandin.

Ji derveyî Parîsê li ser gelek rê, şaneşînên mal, dîwar û piran ên gelek bajaran jî pankart hatin daliqandin.

Li Narnterre, Strasboûrg û Rennesê jî heman çalakî hatin kirin.

Çalakiyên afîş û pankartan 1’ê Mijdarê destpê kiribû. Ev çalakiyên ku li gelek bajarên cîhanê destpê kirin, wê heta 10’ê Mijdarê bidome. Di çalakiyan de bal dikişînin ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin.