Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê dewam kir

Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê de bal kişandin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 3 sal in ku agahî jê nayê girtin û banga berpirsiyariyê li saziyên navneteweyî hat kirin

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2011’an ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, berdewam dike.

Di çalakiya vê heftiyê de bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji bo şehîdên berxwedana Kobanê deqeyeke rêz hat girtin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Tûba Yilmaz bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan.

Tûba Yilmaz wiha got: “Di 10’ê Cotmehê de li 72 navendên cîhanê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngavek hat despêkirin. Em xwedî li pêngava ku bi pêşengiya dostên gelê Kurd hatiye lidarxistin dibin û heta ku ev pêngava bi serketinê tacîdar bibe wê têkoşîna me bidome.”

Tûba Yilmaz ji bo çalakiyên ku bi pêşengiya rêxistinên ciwanan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) wê di 11'ê Mijdarê de li bajarên Lozan û Zurîh ên Swîsreyê û li gelek navendên Ewropayê bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Li ser navê komîteya çalakiya rûniştinê ya Cenevreyê Kasim Erîk jî diyar kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) xwe weke saziyeke li dijî êşkenceyê pênase dike û got: “Dema mijar dibe Rêber Apo û sûcên şer ên dij mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd, ev saziyên ku îdia ku li dijî êşkenceyê ne bêdeng dimînin. Eger îro fikarên tenduristî, jiyan û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd neyên derbaskirin, em gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd hemû mafên xwe yên demokrasiyê bikar bînin da ku CPT, NY û saziyên rayedar berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”

Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya rûniştinê dewam kir.