Çalakiya nobedê ya li Berlînê 3 roj li pey xwe hişt

Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştevaniya berxwedêrên zindanan hatibû destpêkirin, di roja 3’an de didome.

Di çalakiya nobedê ya roja 3’an de dom kir, endamê rêveber a KNK’ê Mecîd Haso axivî û got: “ Li Kurdistan û Tirkiyeyê hevalên me di grevê de ne, em jî li vir j ibo destekê bidin hevalên xwe amade bûne.”

Haso wiha domand: “Em yên li dorî îdeolojiyekê kom bûne, ji bo li her qada jiyanê vê îdeolojiyê belav bikin, kar dikin. Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin.”

Haso bal kişand ser zilm û qetlîamên ji dîrok ve li ser Kurdan tê kirin û got: “Îro li dijî polîtîkayên îmha û tecrîdê ya rejîma Erdogan, her demê li qadan in. Em ê çalakiya nobeda piştevaniyê ya li vir dom bikin.”

Hunermend Hozan Aydin ê tevlî nobedê bû, girtiyên siyasî silav kir û diyar kir ku piştgiriya wan dikin.

Li ser navê FED KURD’ê jî Mehtap Erol axivî û destnîşan kir ku bi milyonan kes dixwazin ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn. Erol got: “Heta tecrîd bi dawî nebe, em ê li qadan bin.”

Çalakî li ser banga KCDK-E’yê 11’ê Çileyê li qada Alaxanderplatz a Berlînê destpê kir. Çalakî wê her 5 rojan bi dorveger bidome.