Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê bi dawî bû: Têkoşîn didome

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê hefte ne li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê dihate kirin. Çalakî îro bi dawî bû.

Di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ di 12’ê Cotmehê de çalakiya rûniştinê hatibû lidarxistin. Hefteya pêşîn siyasetmedarên ji Kurdistan û Tirkiyeyê, di hefteya duyemîn de çalakgerên TJK-E çalakî bi rê ve biribûn. Di hefteya dawîn de jî bi pêşengiya TEKO-JIN û TCŞ’ê çalakî hatibû domandin.

Li qada çalakiyê ev serê 9 salan e ku çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re tê kirin. Ji ber tevdîrên koronayê ya ku Fransayê îlan kiribû çalakî hate bidawîkirin.

MATRÎT: NAYÊ QEBÛLKIRIN KU OCALAN 22 SAL IN DI BIN TECRÎDÊ DE BE

Li ser navê ciwanên Enternasyonalîst Danîel Matrît di çalakiyê de axivî û got: “Em ji her dera dinyayê ji bo azadiya Ocalan hatin vê derê. Nayê qebûlkirin ku Ocalan 22 sal in di bin tecrîdê de be. Azadî û paradîgmaya Ocalan ji bo hemû dinyayê gelekî bi qîmet e. Heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiyên me bidome. Şoreşa li Rojava hêviyê dide me. Em ciwanên enternasyonalîst di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin. Em ê vê paradîgmayê li her dera cihanê belav bikin.”

Endamên Înîsîyatîfa Global a Azadî Ji Ocalan re Prof. Jose Marîa Sîson û Prof. Dr. Anûrada Chenoy peyameke bi dîmen şandin ji çalakiyê. Jose Marîa Sîson a ku Seroka Rûmetê ya Yekîtiya Têkoşîna Navneteweyî ya Gelan e û yek ji avakarê Partiya Komunîst a Fîlîpînê ye, jî wiha got: “Divê rêheval Ocalan serbest were berdan. Êşkenceya zîhnî û fizîkî ya li ser Ocalan zêde bûye. Ev bi tena serê xwe dibe sedem ku Ocalan divê were berdan.”

Sîson diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a neteweyî û civakî jî di nav têkoşînên sereke de ye û zindîbûna şoreşa proleter û sosyalîst a cihanê jî bi ya gelê Kurd dikare pêk were.

‘BANGA PIŞTEVANIYA SED HEZARAN DIKIN’

Prof.Dr. Anûrada Cheno û hevserê wê Prof. Dr Kamal Chenoy di peyama xwe ya ji bo çalakiyê şand daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Peyama Prof. Dr. Kamal Chenoy ê Berpirsê Forma Gelan a Asya-Ewropa (AEPF) û Dekanê Zaningeha Yenî Delhî Jawaharlal Nehrûyê û hevserê wê wiha ye:“Ji bo azadkirina Abdullah Ocalan ê di nava şert û mercên giran ên tecîrdê de ye, ji Başûrê Asya û Hindistanê bi piştevaniya bi sedhezaran we silav dikim. Divê Ocalan ji zindanên Tirkiyeyê bê azadkirin. Ocalan rêber û dengê Kurdên ku di bin zilm û zordariya dîktatoriya AKP-MHP’ê û Erdogan de ye. Daxwaza statûya Kurdan tenê ne heqeke, heman demê pêwîstiyeke. Divê ev rastî ji aliyê hemû gelên cîhanê ve bê dîtin û qebûlkirin. Abdullah Ocalan di avakirina aştiyê ya li Rojhilata Navîn û pêşengtiyê ji perspektîfên aştiyê re dike, lê ji ber dewleta Tirk naxwaze qada lê serwer winda bike, ji wî ditirse. Pradîgmaya Ocalan di warê azadiya jin û bi hev re jiyîna gelan diyarker e. Dewleta Tirk vê berovajî dike û propagandaya ‘Abdullah Ocalna ji bo Tirkan xeteriye’ dike. Ocalan sîstema dewletê gav bi gav zeîf dike û derfetên ku mirov bi xwe xwe rêve bibe pêşkêş dike, vê dike. Dewleta Tirk dizane ku deng û ramanên Ocalan gel bandor dike, dibe sedemê dîtina rastiyan, bi vê yekê bi tecrîdê dixwaze pêşiya vê bigire û asteng bike. Ocalan jî mîna Nalson Mandela û Gandî li ber xwe dide. Dem dema azadiya Ocalan e.”

KOÇ: TÊKOŞÎNA ME HATA AZADIYÊ WÊ BIDOME

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî got: “Çalakiya rûniştinê ku me daye destpêkirin, îro bi dawî nabe. Wê çalakiya me li tevahî cîhanê dewam bike. Li vir dixuyê ku cîhan bi me re ye. Heta Rêber Apo azad nebe, em ê bi hev re têbikoşin.”

Ji rêxistina KCDK-E Başûr Ahmed Hesen, li ser navê KCDK-E Rojhilat jî Can Bagiş jî axivîn. Di axaftinan de nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK-Tirkiye hate dayîn. Li ser navê TCŞ û TEKO-JIN jî Adil Serhet destnîşan kir ku ew weke ciwan wê têkoşînê bidomînin.

Çalakî bi dirûşmên  ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.