Çalakiya kon a li Hîldesheîmê di hefteya 3’an de ye

Çalakiya kon a li bajrê Hîldestehîm a bi armanca balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di hefeya 3’an de ye.

Çalakiyên xwedîderketina çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bê navber dewam dikin.

Çalakiya kon a li bajarê Hîldesheîm a Elmanyayê hate kirin di hefteya 3’an de ye.

Çalakiya kon a bi pêşengtiya Komuna Jinan a Şehîd Meryem ve hate kirin, Govenda Koma Azadî jî piştgirî kir.

Di çarçoveya kon a li Angoûlemeplat a li navenda bajar pêk hat de belavokên ku balê dikişîne ser tecrîd û grevan hatin belavkirin.

Hevberdevka Komuna Jinan a Şehîd Meryem a Hîldesheîm Xeco Donma daxuyaniyek da û diyar kir ku çalakiya wan bi hezaran Leyla Guven ve dewam dike.

Endama Komuna Jinan a Şehîd Meryem Ayşe Bairş jî axivî û got: “Erdogan di hilbijartina 31’ê Adarê dîsa rûyê xwe yê qirêj derxist, mazbatayê hevşaredarên bi ser ketîn bi rêya YSK’ê nedan.”