Çalakiya kon a 3 rojî ya li Marsîlyayê bi dawî bû
Çalakiya kon li bajarê Marsîlya ya Fransayê li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji bo sê rojan hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Çalakiya kon li bajarê Marsîlya ya Fransayê li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji bo sê rojan hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Çalakiya kon a 3 rojan a bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Komîsyona ÇAND-Marsîlya li cihên cuda yên Marsîlyayê li dijî dagirkirina qeyûman ên şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê hatibûn lidarxistin, bi dawî bû.
Li kon dirûşmên ku kiryarên dewleta Tirk û qeyûm tehşîr dikin hatin daliqandin.
Hozan Menal a bi rojan e êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk tîne ziman, diyar kir ku gel li dijî êrîşan li ber xwe dide û qeyûman qebûl nakin.
Hevseroka Marsîlyayê Leyla Erzirom ji bo meşa navendî ku sibe bê kirin banga tevlîbûnê kir.
Ertan Tarhan a bang li raya giştî ya Fransî kir got: “Werin em bi hev re ji dîktatoriya Tirk re bêjin rawest e.”
Çalakiya kon bi dirûşman bi dawî bû.
Sibe saet 18:00’an wê li qada Canebîereyê meşek bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.