Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê dewam dike

Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê didome.

Çalakiya ku Kurdistaniyan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, di roja 2’emîn de ye. Çalakiya ku di roja 2’yemîn de didome ji aliyê koma ku ji Elmanyayê hat ve tê berdewam kirin.

Çalakiya nobetê ya ku li ser banga KCDK-E'yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrg dest pê kir, di roja duyemîn de dewam dike. Çalakiya nobetê ji aliyê endamên federasyonê yên FED-GEL û FCDK-KAWA yên ji Elmanyayê hatine ve dewam dike.

Dema ku çalakî li ber Meclisê dewam dikir, hat hînbûn ku heyeta HDP'ê, Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û parêzeran bi nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtin pêk anîne.

Çalakî tevî hewaya sar jî dewam dike, wê sibê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakî bi dawî bibe.