Çalakiya greva li pêşiya NY’yê bi tevlîbûnên nû dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li pêşiya NY’yê di roja 10’an de dewam dike. 4 kes ji bo piştgiriya bi berxwedêrên grevê re dest bi greva 3 rojan kir.

Greva bêdawî û bêdorveger a Kurdistaniyê bi navê Mehmet Alî Koçak a ji bo piştgirîkirina bi berxwedêrê grevan û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 20’ê Sibatê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî a Cenevreyê dabû destpêkirin, di roja 10’an de dewam dike.

Ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re Cûma Surer, Egît Een, Mehmet Kivik û Yûnûs Nas ên ji bajarê St. Gallenê hatine ji bo 3 rojan ketin grevê.

Nas, Surer, Emen û Kivik bi daxuyaniyeke li pêşiya NY’yê dan, diyarkirin ku ji bo piştevaniya bi grevan re dest bi çalakiya grevê ya 3 rojan kirine.

SAGLAM: BI QASÎ ERDOGAN, CPT, KE Û NY JÎ BERPIRS IN

Di daxuyaniyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî bal kişand ser rewaş giran a grevên birçîbûnê ya her roja diçe. Saglam got: “Rewşa tenduristiyê ya gelek berxwedêrên ketine grevê gihişte asta krîtîk. Tevî vê jî di serî de CPT, Konseya Ewropa û NY’yê li dijî tecrîd û daxwazên hevrêyên me bêdeng in. Eger hevrêyên me şehîd bibin, bi qasî hikûmeta AKP’ê û Eredogan ev sazî jî berpirs in. Bê ku bibe direng divê ev sazî bi erka xwe rabin.

KOÇAK: BIBIN PARÇEYEK JI BERXWEDANÊ

Mehmet Alî Koçak ê ev 10 roj in di grevê de ye jî got: “Berdêl çi dibe bila bibe ji bo şikandina tecrîdê em ê li ber xwe bidin. Divê ev berxwedan li her derê belav bibe. Bêdengbûna li hemberî vê fêdê nade kesî. Ji bo vê li kû dibin bila bibin, em bibin parçeyek ji berxwedanê.

PARTÎZAN: LI BERXWE BIDIN

Li ser navê Partîzan a Swîsreyê jî Erdînç Akçîl diyar kir ku piştgirî didin berxwedêrên di grevan de ne, rojê pêş wê piştevaniya me ya bi greva li pêşiya NY’yê re dewam bike.

Piştî daxuyaniyê û şûnde berxwedêrên grevê berê xwe dan konê li pêşiya NY’yê hatiye vedan.