Çalakgerên Strasboûrgê bangî dewleta Elman kirin: Weke Wîlly Brand wêrek bin
Berxwedêrên Strasboûrgê name ji Serokwezîra Elman, Serokkomar û Wezîrê Karê Derve re şand û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin ku tevbigerin.
Berxwedêrên Strasboûrgê name ji Serokwezîra Elman, Serokkomar û Wezîrê Karê Derve re şand û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin ku tevbigerin.
Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç nameyek ji bo Serokkomarê Elmanya Franz-Walter Steînmeîr, Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karê Derve Heîko Mass re şand û diyar kir ku ji bo demokrasî, aşitî û azadiyên li Tirkiyeyê Elmanya xwedî hêzeke mezin e.
Yuksel Koç diyar kir ku weke Hevserokê KCDK-E'YÊ ku li Ewropa 457 sazî û komele dibin sêwana wê de ye û li ser navê 14 çalakgeran nameyê dinivîse û bi bîr xist ku 5 çalakger li Elmanyayê dijîn. Di nameyê de hate bibîrxistin ku 7 sal in parêzer û 3 sal in malbat nikarin Ocalan bibîne û hate diyar kirin ku binpêkirinekî cidî yê mafên mirovan tê jiyîn.
‘BI TECRÎDÊ RE ZEXT Û KOMKUJÎ GIRAN BÛN’
Di nameyê de hate gotin, ji 6’ê Nisana 2015’an ve bi Ocalan re hevdîtin hatiye qut kirin û piştre nûnerên demokratîk ên gel hatine hedef kirin, şaredarî hatine xesp kirin, bi hezaran kes avêtine girtîgehan û serî de li Rojava û Kurdistanê êrîşên dagirkerî û komkujî zêde bûne.
Di nameyê de hate diyar kirin ku bi tecrîdê re serî de Kurd û li dijî mûxalîdan politîkayên zext û şer hatine destpê kirin û qala serketina projeya HDP’ê ya li Tirkiyeyê û projeya gelan a li Rojava ya di demê muzakeryên de tê kirin. Di nameyê de hate gotin dema ku hêviyên demokrasiyê pêş ve diçûn Erdogan pêvajoya muzakereyê ya bi Ocalan re bidawî kir û Tirkiye veguherî girtîgeheke vekirî; Li Rojava jî bi rêya çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê politîkayên şer ketiye dewrê.
Di nameyê de hate gotin 14 endamên Înîsyatîfa Azadiya Ocalan ku di nava wan de parlamenter, rojnameger, hiqûqnas, akademîsyen, parêzvanên mafên jinan û aktivîst greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê didomînin û agahiya ku berxwedana bi Leyla Guven destpê kirî îro li gelek welatan û bi sedan girtiyên li girtîgehan didome hate parve kirin.
‘SEROKWEZÎREK WÊREK WEKE WÎLLY BRAND PÊWÎST E’
Di nameyê de têkiliyên siyasî û aborî yên Tirkiyeye û Elmanyayê hate bibîrxistin, bi taybet bal hate kişandin li ser rolê hikûmeta Elman a di erêkirina pêşnûmeya Konseya Ewropa ya 22’ê Çileyê ya têkildarî Tirkiyeyê de. Daxwaz ji Serokwezîra Elman Angela Merkel hate xwestin politîkayekî wêrek weke Serokwezîrê berê Willy Brandt ku salên 1970’î de Poltîkaya Rojhilat xist meriyetê û li pêşiya abîdeya Qirkirina Yahûdî çong danî û lêborîn xwest, bişopîne.
Di nameya ku 13’ê Sibatê hati nivisîn de hate gotin ku çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’an de ye û rewşa tenduristiyê ya 7 çalakgeran di pêvajoyek metirsîdar de ye. Di nameyê de hate gotin ku 5 çalakgerên li Elmanyayê dirûnin hene û ji tenduristiya van çalakgeran hikûmeta Elman jî berpisyar e û bi vê armancê banga ketina tevgerê li hikûmeta Elman hate kirin.