Çalakgerên li Kasselê: Bi desteka gel em ê serbikevin

Çalakgerên li Kasselê ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin; “Bi geşkirina çalakiyên gelê me re em ê serbikevin.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Kasselê di roja 26’an de didome.

‘EM DI REWŞA SERKETINÊ DE NE; DIVÊ MÎTÎNG Û MEŞÊN MEZIN WERIN LIDARXISTIN’

Peyama çalakgerên greva birçîbûnê wiha ne;

Omer Bagdûr;

“Ez ji Cizîra Botan im û 54 salî me. Ev 16 sal in li Elmanyeyê dijîn. Di rastiyê de me xwest em bibin şopdarên destpêkê yên Leyla Guven lê mixabin em gihiştin dawiyê. Ev 26 roj in em liberxwe didin û keyfxweşin. Coş û moralê me jî bilînd e.

Çalakî û aktiviteyên ku di vê pêvajoyê de tên lidarxistin ji bo pêvajoyê nabe bersiv. Ji me tê xwestin ku pêvajoya salên 1990’î were kirin. Wê demê bi sed hezaran mirov beşdarî mîtîng û meşan dibûn. Hêviya me ji gelê me vegera li rûhê wê demê ye.

Çalakî û aktivite tê kirin lê têrê nake. Deskeftiyên gelê Kurd mezin in lê ya kêm azadiya Rêber Apo ye. Em di rewşa serketina vêya de ne.”

‘BERIYA KU ŞEHÎD BIKEVIN DIVÊ GELÊ ME ÇALAKIYAN ZÊDETIR BIKIN’

Cemal Mehmûd:

“Navê min Cemal Hecî Mehmûd ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê me. Ez jî bixemgînim ku me bi Leyla Guven re dest bi çalakiyê nekir, ev kêmbûna me bû.

Di civîna meclîsê ya li Kasselê de 4 hevalan ji bo greva birçîbûnê ya 10 rojan biryar da. Piştî 7 rojan bi çalakiya Nasir Yagiz û hevalên li Strasboûrgê wijdana me qebû nekir ku em çalakiyê bidawî bikin. Piştre bi heval Omer re me biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger da.

Ev 26 roj in em di greva birçîbûnê de ne. Coş, moral û baweriya me bihêze. Gelê me yê li Kasselê piştgiriya çalakiyê dike. Banga me ji gel ew e ku beirya şehadet çêbibin çalakiyan zêdetir bikin.