Çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Îmam Şîş silav kirin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya li Strasboûrgê, Îmam Şîş ê ku li Gallerê bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye bi peyamê silav kirin.

Li bajarê Newport a Gallerê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya Îmam Şîş di roja 22’an de didome. Ji Strasboûrgê peyama piştevaniyê ji bo Îmam Şîş hate şandin.

Çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê 17’ê Kanûnê hatibû destpêkirin bi biryardarî didome. Çalakgerên greva birçîbûnê  ji bo Îmam Şîş ê li Gallerê di heman çalakiyê de ye peyama piştevaniyê şandin û Şîş silav kirin.

Ji çalakgeran Yuksel Koç û Gulîstan Îke daxuyanî dan. Peyam bi zimanê Kurdî û Tirkî hate dayîn.

Yuksel Koç Îmam Şîş pîroz kir û serketin jê re xwest û wiha got; “Ev çalakî, çalakiyekî dîrokî ye. Desthilatdarên ku dixwazin deskeftiyên gelê Kurd tune bikin li ser Ocalan tecrîdê pêk tînin. Serî de Leyla Guven, li girtîgeh, Hewlêr, Galler û Strasboûrgê kesên di greva birçîbûnê de ne armanca wan şikandina tecrîda li ser Ocalan û rawestandina qirkirina gelê Kurd û azadkirina Ocalan e.”

Koç wiha domand; “Azadiya Serok Apo azadiya me hemûyan e, divê hişmendiya ku te çalakî dayî destpêkirin em te pîroz dikin. Li Îngîltere a ku yek ji navendên bingehîn ê kapîtalîzmê ye ev çalakiya te gelek girîng e.”

Gulîstan Îke jî çalakiya Îmam Şîş silav kir û diyar kir ku bi pêşengiya Guven çalakiyên bi armanca şikanda tecrîdê her ku diçe belavtir dibin.

Îke wiha domand; “Em li cem te ne. Dilê me, armanca me, doza me û rêya me yek e. Bi hevre, bi yek dil û bi yek ruhî em ê bi ser bikevin. Berxwedana me berxwedana serketinê ye.”