Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Stockholmê: Em ê tecrîdê bişkînin

Hevseroka NCDK-Norweç Ayser Yuce ku li paytexta Swêd Stockholmê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bêdengî û helwesta Hikûmeta Norweçê rexne kir û diyar kir ku di şkandina tecrîdê de bi biryar in.

Greva birçîbûnê ya li Stockholmê 1’ê Nîsanê dest pê kir. Ji Norweç û Danîmarkayê welatî beşdarî grevê bûne. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Norweçê Ayser Yuce ku di grevê de ye bi rêya vîdeoyekê hewldanên li Norweçê parve kir.

Yuce ji ANF’ê re axivî û ev tişt got;

“Di serî de Leyla Guven û hemû hevalên di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê têdikoşin silav dikim. Ew rûmeta gelê Kurd in. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan damezrînerê felsefe û pradîgmaya ku rizgariya gelên Rojhilata Navîn û parastina jiyana wan a di nava aşitiyê de ye. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser Gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e.”Y

uce bi domdarî got; “Ez sedema greva birçîbûnê ya Leyla Guven û xwedîderketina li Ocalan baş dizanim. Me bi Ocalan re nasnameya xwe dît, em vegeriyan cewherê xwe. Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû jinan e. Leyla bi greva birçîbûnê re ev hestên me anî ziman.”

Yuce bi bîrxist ku li Norweçê 10 kes di grevê de ne û wiha got; “Tecrîda li ser Rêbertiya me tê pêkanîn tecrîda li ser gelê Kurd û jinan e û heta ku ev tecrîd neyê şikandin di têkoşînê de em bi biryar in.”

Çalakgerên greva birçîbûnê ku çalakiya xwe li kolana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stcokholmê didomînin, stran û merşan distrin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz dikin.

Çalakger dem dem li qad û îstasyonên metroyê pankartan datînin û raya giştî têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê agahdar dikin.