Çakici: Bi çalakiyan çalakgerên grevên birçîbûnê dikarin werin rizgarkirin

Hasbî Çakici yê ku li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye diyar kir ku dema gel tên serdana wan, ew moralekî mezin werdigirin.

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê Huseyîn Yildiz 23 û Hasbî Çakici jî 22 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Bi çalakiyeke bibîranînê ya li komeleya Kurdan, gelek kes hatin serdana çalakgeran.

Di serdanê de Hasbî Çakici axivî û got ku, “200 kes hatin serdanê. Em ji wan hêz û moral distînin. Divê gelê qîma xwe bi vî tiştî neynin. Ji ber ku ev tişt tê wateya banga ji bo çalakiyan. Tenê bi vê rêyê em dikarin çalakgerên greva birçîbûnê rizgar bikin.”