5 Tv wê ji bo Şengalê ekranên xwe reş bikin
Di 3’yê Tebaxê de ku 5’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ye, wê 5 televîzyonên Kurdî ekranên xwe reş bikin.
Di 3’yê Tebaxê de ku 5’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ye, wê 5 televîzyonên Kurdî ekranên xwe reş bikin.
Medya Haber, Stêrk Tv, Çira Tv, Ronahî Tv û Aryan Tv ji bo bîranîna kesên di êrîşê de hatine qetilkirin û revandin wê saet 10:59 bi qasî deqeyekê wê ekranên xwe reş bikin.
3’yê Tebaxê heman rojê wê li gelek deverên cîhanê hemwext deqeyek rêz bê girtin. Her wiha wê li dehan bajaran bi daxwaza naskirina qirkirin û xweseriya Şengalê bimeşin.