4’ê Nîsanê li Swîsreyê bi coş hat pîrozkirin

Li gelek navendên Swîsreyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin

Li bajarên Wintherthur, Cenevre, Zurîh, Bîel, Basel, Lozan, Lûzern, Aaraû û Brûgg yên Swîsreyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê berdewam dikin.

WINTERTHUR

Bi boneya 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Winterthurê pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Komuna Jinê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Berdevka Komuna Jinê Halîse Tuzer li vir axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girîngiyeke mezin dide zarokan.

Tuzer da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha têkoşîna azadiya jinên Kurd ava kiriye û got: "Jin navê wê tune bû, weke kole dihat dîtin. Ligel felsefeya Rêbertiyê, jinê xwe nas kir. Me gelek êş kişand. Heya ku em xwe bidin qebûlkirin bi hezaran hevalên me şehîd bûn, me felsefeya Rêbertiyê li cîhanê belav kir, Kurd bûn 4 parçe û ji bo xwe têkoşîn nedimeşandin, bi Rêbertî re Kurdan têkoşîn nas kir û ji bo xwe dest bi xebatê kirin. Di cîhanê de gelek Rêber hene, lê felsefe û têkoşîna Rêbertî di nav rêberên cîhanê de têkoşîna herî hêsan, paqij û xurt e. Divê em Rêbertiyê bixwînin û ji xwe re mînak bigrin."

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Bi dehan kes beşdarî pîrozbahiya ku ji aliyê Komuna Jinê ya Sema Yuce ve li CDK'ê ya Cenevreyê hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, Mulkiye Asirbayev axaftinek kurt kir û got ku 4'ê Nîsanê rojbûna Kurdan e.

ZURÎH

Navendek din a pîrozbahiya 4’Nîsanê Zurîh bû. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berîtan ve li qada Landes Museumê şahiyek hat lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Li qadê axaftin hatin kirin û govend hat gerandin.

BRÛGG

Li Kampa Penaberan a li Brûggeyê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Bi sedan penaberên Kurd ên li kampê dimînin hatin ba hev û bi şahiyekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di şahiyê de ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin û peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) a têkildarî 4’ê Nîsanê hat xwendin.

Şahî bi dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.

BÎEL

Kurdistaniyan li bajarê Bielê jî 4’ê Nîsanê pîroz kir. Pîrozbahî li CDK'ê ya Bîelê bi pêşengiya Komuna Arîn Mîrkan hat lidarxistin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

LÛZERN

Arin Mirkan Kadın Meclisi tarafından Luzern CDK'de düzenlenen kutlamada CDK Eşbaşkanı kısa bir açılış konuşması yaptı.

Ardından söz alan Kürt siyasetçi Mehmet Ali Hoca Öcalan'ın yaşamının Kürt halkı için varlık gerekçesi olduğunu dile getirerek 'Önderliğimiz üzerinde bugün sürdürülen mutlak tecrit işkencesinin temelinde Önderliğimizin özgürlük temelinde yaratmış olduğu değerleri yok etmek vardır. Bizim var olma gerekçemiz olan bu değerleri sahiplenerek Önderliğimizin özgürlüğünü bulunduğumuz her alanda haykırmayı sürdüreceğiz' değerlendirmesinde bulundu.

LOZAN – AARAÛ – BASEL

Li bajarê Lozan, Aaraû û Baselê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin.

BASEL

ST GALLEN

Bi boneya 4’ê Nîsanê bi sedan Kurdistanî li lokala CDK’ê hatin ba hev û bi pîrozbahiyekê 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Berdevka Komuna Jinan Zîlan Aldatmaz li ser girîngiya rojê axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ WÊ SIBÊ JÎ BIDOMIN

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê sibê jî li bajarê Solothûrn, Friboûrg û Bernê berdewam bikin.